Break newsNûçeslide

Serok Barzanî : Şermezarî ji bo wan kesên ku ala Kurdistanê dişewitînin

Yekîtî Media 4/12/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke spasiyê arasteyî xelkê Amûdê kir, ku bi bîhnfirehî û berxwedanê alays Kurdistanê diparêzin.

Ev jî deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan:

Spas û pêzanînên xwe pêşkêşî xelkê xweragir ê bajarê Amûdê dikim, ku bergirîkarê resenayetî û niştîmanperwerî û bihayê bilind ê gelê Kurdistan in. Destxweşiyê li we dikim ku bi bîhnfirehî û berxwedanê ala Kurdistanê diparêzin, ku ala xwîna şehîdan û hêmaya pêkvejiyan û aştîxwaziyê ye.

Ji wê yekê we piştrast dikim ku, rêka niştîmanperwerî û giyana Kurdayetî û resenayetiyê ser dikeve û şermezarî ji bo wan dimîne ku ala Kurdistanê dişewitînin û xort û lawên Kurd êş û îşkence didin û cara dawî jî baca wan tawanan her didin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button