Break newsNûçeslide

Serok Barzanî pîrozbahî li Rêkxerê Giştî yê nû yê Tevgera Goranê kir

Yekîtî Media 25/7/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya hilbijartina rêkxerê nû yê Tevgera Goranê, pîrozbahî li Omer Seid Elî kir.

Roja Sêşemê 25 Tîrmehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi riya telefonê pêwendî bi Rêkxerê Giştî yê nû yê Tevgera Goranê kir.

Di wê pêwendiya Telefonî de, Serok Barzanî tevî pîrozbahî li Birêz Omer Seid Elî kir bi boneya hilbijartina wî wek Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê, hêvî xwast hilbijartina Rêkxerê Giştî û serkirdayetiya nû ya Tevgera Goranê bibe fakterê bihêzkirina yekrêzî û yekxistina hemû karînan bo çareserkirina giriftan.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button