Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serok Barzanî: Pêwîst e hevkêşeyek nû di nav Hewlêr û Bexdayê çêbibe

Yekîtî Media
Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de, ji rojnameya New York Times ya Amerîkî re ragihand, ku giring e hevkêşeyeke nû li ser bingeha berjewendiyên hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê dirustkirin.
Serok Barzanî ji wê rojnameyê re got: “Ez bi hêvî me gavên vê dawiyê yên Hikûmeta Iraqê avêtine, alîkar bin ku xelkê Kurdistanê ji vê rewşa abûrî ya dijwar rizgar bibin”.
Rojnameya New York Times, Serok Barzanî weke navenda serekî ya biryara siyasî ya Kurdî binav kiriye, ku bandorek wî ya bihêz li ser biryarên siyasî yên Kurdistanê heye.
Ev peyama Serok Barzanî di demekê de ye, ku di vê dawiyê de, nêzîkbûnek di nav Hewlêr û Bexdayê de, li ser pirsa vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê û şandina mûçeyên fermanberan çêbûye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button