Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serok Barzanî pêşwaziya Enes Elebda Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûrî kir

Yekîtî Media 6/12/2016

Roja yekşem 4.12.2016 li Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya li Enes Elbde Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûrî û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraq û Sûriye û pêşhatên siyasî yên dawî û hevkêşeyên nû yên li asta navçeyî û navdewletî hate nirxandin.

Her wiha ronahî xistin li ser rewşa bajarê Helebê bi taybetî rewşa mirovahî ya xerab ya li wî bajarî.

Li beşekî dinê civînê de behsa operasyona azadkirina Musil û serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li beranber terorîstan kirin û behsa hewla Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li parastina pêkhatên neteweyî û olî yên parêzgeha Nînewa kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button