Break newsNûçeslide

Serok Barzanî nav li dewletê kir: Dewleta Kurdistanê

Yekîtî Media 24/8/2017

Serok Barzanî li Hewlêrê li Hola Saad Abdullah ligel pêkhateyên li Kurdistanê dijîn civiya.

Li ser pêşeroja dewleta Kurdistanê Barzanî got, dewleta Kurdistanê ku wê were damezirandin, wê dewleta hemû pêkhateyan be, wê hemû netewe di nivîsandina destûra dewleta Kurdistanê de beşdar bibin.

Barzanî dibêje ew hemû tiştî ji bo parastina neteweyên din di nava dewleta Kurdistanê de bikin.

Serok Barzanî herwiha diyar dike ku, di dewleta Kurdistanê de, wê destûrek were danîn, tenê ne ji bo kesekî be, divê destûreke wiha be ku her kesek bikaribe bibe serokê dewletê, ne ji bo şexsekî be ku heta heta bimîne.

Barzanî eşkere dike ku ewê weke pêşmergeyekî di dewleta Kurdistanê de bibe alîkar û xizmetê bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button