Break newsNûçeslide

Serok Barzanî: Em destwerdana Îranê qebûl nakin

Yekîtî Media 20/8/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova hevdîtinekê ligel rojnameya Ukaz a Siûdiyê re gelek bersiv dan pirsên wê û derbarê pirsa “Ma hihûmeta Iraqê ji aliyê Îranê ve hatiye dagîrkirin” Barzanî got: “Bi aşkere dibêjim, hebûna Îranê li Iraqê ji hebûna her welatekî din bihêztir e.”

Rojnameyê ji Barzanî pirsî “Tê gotin, piraniya biryarên li Iraqê hatine dan, rola Nûrî Malîkî tê de hebû, lê serokwezîrê nû Heyder Ebadî hîn di hewlê de ye. Tu jî li hember Malîkî rawestiya, ma tu kes tune ye rê li ber kiryarên Malîkî bigire?”

Serok Barzanî got: “Di rastiyê de Nûrî Malîkî hokarê sereke bû li pişt vê rewşa ku niha Iraq tê re derbas dibe ye. Wî desthilat qorx kir û taifeyetî kûr kir. Pêwendiya di navabera herêm û Bexdayê de wêran kir û destûr binpê kir. Ji ber van sedeman li hemberî Malîkî rawetiyam, tu pirsgirêkeke kesayetî di navbera me de nîne.”

Barzanî got jî: “Rast e, bandora Malîkî li ser hikûmeta Bexdayê ta niha maye. Di hemberê de hin hewl bo sînordarkirina hejmûna wî hene. Heyder Ebadî bi Malîkî re nayê hevrûkirin. Jihevtêgihêştin bi Ebadî re dibe, lê gelek neyartî, rikbertî ji Ebadî re hene û gelek astengî jî li pêş wî hene.”

Derbarê pêwendiyên di navbera Îran û Herêm Kurdistanê de, rojnameyê amaje bi hejmûna Îranê li Silêmaniyê kir û ji Barzanî pirsî. Barzanê di bersivê de got: “Wek perensîp, em dixwazin pêwendiyên me ligel Îranê li ser bingehên cîrantiya baş û berjewendiya hevbeş bin û kes destêwerdanê di karûbarê aliyê de din neke. Tekez dikim, nayê qebûlkirin Îran xwe li ser me bisepîne. Rast e Silêmanî û ji ber nêzîkbûna cugrafî, dibe ku pêwendiyên cuda ji Hewlêrê hebin, lê belê xwesepandin û destêwerdana Îranê di siyasetên herêmê de qebûl nakin.”

Herwiha rojnameyê amaje bi daxuyaniyên berpirsên Îranê kir, ku gotibûnm “4 paytextên Erebî di destê Îranê de ne (Bexda, Şam, Beyrût û Senaa) ma metirsî ji tevgera Îranê li ser Herêma Kurdistanê heye, bi taybet ku Qasim Suleymanî li Iraqê ye?

Serok Barzanî got: “Biryara me zelal e. Em naxwazin biçin nava milmile û berîketina ligel Îranê. Destêwerdana Îranê li Herêma Kurdistanê bi tevahî red dikin û tu awayî rê nadin tevgera Îranê bigihe herêmê. Heger ew destêwerdan li paytextên Erebî berdewam be jî, em rê nadin herêm bikeve.”

Derbarê serdana Fermandarê Feyleqa Qudis a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî de, Barzanî got: “Belê çend caran hat herêmê û serdana min kir û me guftûgoyên asayî kirin û ti pirsgirêk tune ne.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button