Break newsNûçeslide

Serok Barzanî beşdarî rêwresma roja serxwebûna Amerîka bû

Yekîtî Media 7/7/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Hewlêrê beşdarî rêwresma 241emîn salvegera ragihandina serxwebûna Wîlayetên Yekgirtî yê Amerîka bû.

Di rêwresmê de Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa got: “Em temaşeyê wê rojê dikin ku gelê Kurdistanê jî salvagera roja serbixweyî ya xwe pîroz bike.”

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, êvara roja Pênçşem 06.07.2017, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Hewlêrê beşdarî rêwresma 241emîn salvegera ragihandina serxwebûna Amerîka bû.

Rêwresm ji aliyê Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê ve li Hotel Rotanayê hate sazkirin û di rêwresmê de hejmareke zêde yê berpirsên siyasî û kesayetî û nûnerên rêxistinên Herêma Kurdistanê û nûnerê welatên biyanî jî amade bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button