Break newsNûçeslide

Serok Barzanî: Baştirîn dilsozî û bersiv bo xwîna şehîdan, serxwebûna Kurdistanê ye

Yekîtî Media 16/8/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya 71emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek araste kir û tê de ragihand, gelê Kurdistanê ji bilî serxwebûnê ti riyeke din lê pêş nîne. Herwiha got, baştirîn dilsozî û bersiv bo xwîna şehîdan û qurbaniyên gel, serxwebûna Kurdistanê ye.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya roja 16 Tebaxê, 71emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe araste Kadro, endam û alîgirên PDKê dikim. Pîrozbahiyê li xwediyên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên Qehreman û hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî got: “PDKê ji destpêka damezrandinê ve û heta niha amrazek bû, bo bidesthênana armancên demokratî, niştimanî û netewî yên gelê Kurdistanê û di heman demê de jî hevşan ligel hêzên têkoşer û niştîmanperwer ên din ên Kurdistanê amraza bergîrîkirinê bûye bo maf û pênaseya gelê Kurdistanê di hemû qonaxan de.”

Herwiha got jî: “PDK bi durişm û karê xwe pêşneg û hilgirê berpirsayetiyê bûye di qonaxên girîng ên xebata gelê Kurdistanê de û niha jî di qonaxa avakirin, şerê terorê û gavên berve serxwebûnê de bi şanazî xwedî heman erk û rol e û di vê riyê de qurbaniyên bêhejmar daye.”

Serok Barzanî di beşeke din ya peyamê de got: “Di vê boneyê de bi pêwîstî dizanim spasiya xweragirî û bêwestana cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê bikim. Ew xweragirî dihêle em di gavên berve ayînde û karkirin bo misogerkirina mafên rewa ya gelê me bavêjin. Wê jî dupat dikim ku baştirîn dilsozî û bersiv bo xwîna şehîdan û qurbaniyên gel, serxwebûna Kurdistanê ye. Serxwebûna Kurdistanê, aştî û pêkvejiyan armanca PDKê ye û di wê riyê de amadehiya hemû qurbaniyekê bo gihêştina wan armancên PDKê bi yekrêzî û tebaya navxweyîya Kurdistanê heye.”

Di dawiyê peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye: “Daxwaz ji endam û alîgirên PDKê dikim, ku bi hemû karînên xwe hevşan ligel hemû xelkê Kurdistanê piştevanê proseya serxwebûn û referandûmê bin, ji ber ku ji bilî serxwebûnê, gelê Kurdistanê ti riyeke din li pêş nîne, ew jî di bin navê dubare nebûna karesatan û peydabûna aştî û geşepêdanê.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button