Break newsNûçeslide

Serkirdeyekî PKK gefan li Herêma Kurdistanê û PDK dixwe

Yekîtî Media 6/5/2017

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn, di hevpeyvîna xwe li gel ajansa nêzîkî PKK Ajansa Nûçeyan a Firatê de, bi awayekî vekirî gefan li herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê dike.

Altûn got, Erdogan bi rêya komkujî û dijminatiya li Kurdan hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne û bi destê PDK’ê jî dixwaze civakê bixapîne û ser vê rastiya xwe bigire. Altûn işaret bi têkiliyên AKP’ê bi PDK’ê re kir û got, “Ji ber vê yekê dibêje ‘pirsgirêka min bi terorê re heye, bi PKK’ê re heye. Binere ez ne li dijî Kurda me’. Bi rêya PDK’ê dijminatiya xwe ya li Kurdan dinixumîne.”

Riza Altûn destnîşan kir, ku PDK ji aliyê polîtîk ve îflas kiriye û got, “Bi taybetî, dema derketina DAIŞ’ê û bûeyrên piştî derketina DAIŞ’ê rû dan bên nirxandin, wê were dîtin ku PDK hem bandora xwe ya îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ya li ser civaka Kurd winda kiriye, hem jî bi helwesta xwe ya li pêşberî DAIŞ’ê û têkiliyên xwe re di polîtîka herêmî û navneteweyî de qels bûye. Li Başûr jî krîzeke mezin derket holê. Li vê derê jî ketiye rewşeke welê ku êdî ji her kesî ditirse.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button