Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serkirdeyekî Be’is: Tirkiyê ji ber projeya Federaliya Kurdî êrîşî Efrînê dike

Yekîtî Media 12/7/2017

Parlamenterekî Sûriyê dibêje heger hêzên Tirkiyê derbasî nav Efrînê bibin, dê hikûmeta Sûriyê bersivê bide, ji ber ku ev yek binpêkirina serweriya wî welatî ye. Berpirsekî Partiya Beis jî li Şamê dibêje, Tirkiye ji projeya federaliya Kurdî ditirse ku Amerîka jî piştevaniya wê projeyê dike, lewra dixwaze derbasî nav Efrînê bibe, ji bo ku vê projeyê bi dawî bîne.

Gefên vê dawiyê yên Tirkiyê bo ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, giringiya stratîjîk a vê deverê derdixe. Niha li seranserê Sûriyê û li welatên derdorê giringiya Efrînê di aloziyên Sûriyê de bûye mijareke rojevê.

Li nav paytexta Sûriyê jî, Efrîn cihê xwe di nav daxuyaniya berpirsan de girtiye, û berpirsekî Partiya Beis dibêje, Erdogan hewl dide, projeya federaliya Kurdî li bakurê Sûriyê ji nav bibe, ku Amerîka bi xwe jî piştevaniya projeya federaliya Kurdî dike.

Serkirdeyê Beis li Şamê Efîf Dele di vê bareyê de dibêje: “Ez bawer dikim îro careke din Erdogan hewl dide pêgeha xwe ya siyasî xurt bike, dema ku derbasî nav Sûriyê dibe, û hewl dide projeya federaliya Kurdî ji nav bibe, ku Amerîka jî piştevaniya vê projeyê dike, û bi rastî ew nahêle ku hêzên bi navê Hêzên Sûriyaya Demokratîk zêdetir pêşve biçin li aliyê bakur, ji ber vê yekê ew dixwaze hêzên xwe bişîne nav Efrînê, daku hêza xwe li bakurê Sûriyê biparêze.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button