Break newsRaportslide

Serkirdeye û hevalên partiya yekîtî çil rojiya koça dawî ya mizgin ehmed bibîr anîn

Yekîtî Mîdiya – Qamişlo

Hijmarek heval û serkirdeyên partiya yekîtî ya kurd li sûrî roja 3ê şemê 26/5/2015 çil rojiya koça dawî ya hevjîna sikrtêrê partiyê li navenda silêman adê li bajarê qamişlo bi bîranîn.
Piştî seknek bê li ser cane giyanê pakrewnê kurd û kurdistanê bi giştî û cane mizgî ehmed bi taybet hin gotar hatin xwendin û yek jiwan gotina partiya yekîtî ji aliyê mamoste ebdella gedo endamê komîta navendî ya partiyê ve hat xwendin yê ku tekez kir li ser rola berxwedana mizgîn derbarî kêşeya kurd ku ewjî wek hevalekê di partiya yekîtî de kar dikir, paşê xwişka mizgîn Fatima ehmed li ser jiyana wê axivî ,her wiha nivîsgeha jin û ciwanan ya partiya yekîtî şaxê rojhilatî qamişlo beşdarî vê bîranînê bû bi 2 helbestan ku ji layê endama nivîsgehê şêrîn şêxmûs ve hatin xwendin,û gotarek bi navê şaxî rojavayê qamişlove hat xwendin ji layê mamoste omîd yûsiv ye yak u tekez kir li ser rola diya şîlan di çalakiyên nivîsgehê de ji dest pêka damezrandinê de .
Şîlan biro keça wê gotina malbatê xwend û sipasiya her kesekî ku bi ware westiyabûn ji dest pêka nexweşiya diya wê û bi taybet serok mesûd barzanî ,û gotinek dî ji aliyê tevgera ciwanê kurd ve hat xwendin ji layê kawa ismaîl ve ku wî ser saxî ji malbatê re xwes.
Tê zanîn ku mizgîn ehmed sala 1966 li bajarê amûdê ji dayik bû û karê mamostetiyê li hin dibistanên qamişlo û amûdê dikir û roja pêncşemê 16/4/2015 koça dawî kir piştî 7 mehan ji nexweşiyê li herêma kurdistanê û tirkî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button