Break newsNûçeslide

serdana gora hunermendê kurd Mihemed şêxo

Şande yek ji serokatiya partiya Yekîtî ya Kurd bi beşdariya endamên Komîta Siyasî (Hesen Salih û Enwer naso) li gel rêxistina amûdê û Ofîsa jin û ciwanan ya Rêxistina Qamişlo (li rojavayê) îro roja çarşemê 9/3/2016 serdana gora hunermendê kurd Mihemed şêxo kirin, Li goristana hilêliyê .

Serokatiya Yekîtî ya Kurd Gurzên gula Danîn li ser gora hunermendê Kurd û “Fatiha” ji bo canê wî xwendin.

Hesen Salih, cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî ya Kurd û endamê Komîteya Siyasî , axaftina xwe pêşkêşkir û got, mihemed şêxo sembola hunera Kurdî bû , û wî jiyana xwe û hunera xwe ji bo bercewendiyê gelê xwe kir.

“Salih” di gotina xwe de li ser Giring tirîn qonaxên jiyana hunermendê kurd axivî ,û bibîr anî beşdarbûna wî di şoreşa Barzanî û serdana wî li kurdistana îranê, û hovitiya go li ser destê hêzên ewlekariyê yên rêjîma Sûriyê de di dîtibû.

Cîgirê sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd , dilovanî ji hunermendê kurd re xwest, û ji malbat û gelê wî re dirêj Tirîn Temen Xwest , û Bang Kir Hemû Hunermendên Kurd Go Riya mihemed şêxo bigrin.

Hêjayî gotinê ye jimarek ji gelê kurd û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl , serdana gora hunermendê kurd Mihemed şêxo kirin di Despêka Vê rojê de .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button