Break newsNûçeslide

Semînera Însîyatîfa Referandûma Serxwebûnê li Alborg ya Danîmarkayê

Yekîtî Media 28/8/2017

Karên însîyatîfa referandûma serxwebûna Kurdistanê ya li Danmarka yê berdewam e.

Ji alîkî ve karên amadeyî yên festîvala ku dê di 02.09. 2017 de li Kopenhaginê were lidarxistinê. Ji alîyekî din ve karên dîplomasî û ragihandinê. Û ji alîyekî din ve jî karên serwextkirin û birêxistinî kirina Kurdistanîyên bi kelecanekî germ dimeşe.

Roja 26.08.2017 di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de, komîteya serwextkirin û birêxistinîkirina Kurdistanîyên li bajarê Alborg ya Danimarka yê, semînerkî pêkanî.

Semîner ji alîyê kurdên li bajêr ve hatibû amdekirinê. Semîner bi sirûda netewî û rêzgirtin bo pakîya canê şehîdên doza azadîya Kurdistanê destpê kir.

Li dû rêzgirtinê, axafêr berpirsê lijna Danîmark ya PDK Musa Reşîd û dûre jî berpirsê rêxistina PAK/Danîmarka Mîrza Akar li ser giringî û naveroka referandûmê axifîn û bi giranî îşaret bi giringîya tevlêbûna dengdanê bo referandûmê kirin.

Li dû axaftina axafêra û 10 deqe bênvedanê, di beşa pirs û bersivan de, beşdar li gel bîr û boçûnên xwe pirsên xwe jî kirin. Axafer jî her yek ji alîyê xwe ve bersiva pirsan da.

Gelek beşdar ji bo kar û xebatê xwe pêşnîyar kirin.

Semîner, di atmosferek germ de bi dawî hat.

Însîyatîfa Referandûma Serxwebûna Kurdistanê/Danîmark

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button