Break newsNûçeslide

Selîm Ehmed bavê Alan ‘nûçegihanê Yekîtî Media’ li ser çarenivîsa kurê xwe bitirs e

Yekîtî Media 31/10/2016

Bavê Alan Selîm Ehmed nûçegihanê malpera Yekîtî Media, metirsiya xwe li dor çarenivîsa kurê xwe Alan ku di zindanên PYDê de ye derbirî.

Selîm Ehmed ji Yekîtî Media re ragihand, ku piştî derbasbûna du meh û nîvan li ser binçavkirina Alan, hîn rê nadin ku em wî bibînin, em bi tirsin ku rastî lêdan û işkinceyê hatibe, û Alan nexweşiya qirikê pêre heye.

Tê zanîn ku desteya girtiyan ya girêdayî PYD di 27/10/2016 mukur hat ku Alan di zindana asayişa giştî ya PYD de binçavkirî ye, lê hîn tometa wî û rewşa wî ya tenduristî nehatiye eşkere kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button