Break newsNûçeslide

Saziyên Civaka Sivîl: divê kujerên Tahir Elçî bên dîtin

 Yekîtî Media 5/9/2017

Saziyên Civaka Sivîl di Cejna Qurbanê de serdana gora Tahîr Elçî kirin û dan xuyakirin, di ser kuştina wî re 2 sal derbas dibin, lê hêj kujerên wî derneketine pêşberî dadgehê.

Bi pêşengiya Baroya Diyarbekirê, nûnerên saziyên sivîl, di sêyemîn roja Cejna Qurbanê de çûn ser gora Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî û careke din banga aşkerakirina kujerên wî kirin.

Li ser gore, Serokê Baroya Diyarbekirê parêzer Ehmed Ozmen, axaftinek kir û got, ew wek baroyê her roja înê li pêş dadgehê vê daxwaza xwe tînin ziman û niha jî ser gorê dibêjin bila kujerên wî bên dîtin.

Tahîr Elçî, dema 28’ê Mijdarê li pêş Mînareya Çarlinga dîrokî ya Diyarbekirê, daxwaza dawîanina şer û pevçûnan û parastina şûnwarên dîrokî dikir, hate kuştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button