Break newsNûçeslide

Şaxa Batmanê ya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê Çû Serdana HDPê

Yekîtî Media 13/8/2017

Roja 12ê Tebaxê, bi armanca piştgiriya rapirsîna serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Şaxa Batmanê ya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê çû serdana HDPê. Partiya HDPê bi kêfxweşî pêşwazî li heyeta Înîsiyatîfê kir.

Bi navê înisiyatifê berdevkê Înîsiyatîfê îlahiyatnas Aydin Üneşi diyar kir ku ew nehatine ku HDPê îqna bikin bo piştigiriya referandûmê, lewre partiya HDP jixwe piştgir e û piştgiriya xwe bi raya giştî re parve kiriye. Üneşi anî zimên ku ew weke înîsiyatîf dixwazin HDP piştgiriya xwe bi raya giştî re parve bike.

Li ser navê HDPê Hevseroka Şaxa Batmanê ya HDPê Fatma Kapalıgöz li ser yekîtiya kurdan ya her çar parçeyên Kurdistanê sekinî û got ku çi ji bo kurd û Kurdistanê pêwîst be ji parçeyeke Kurdistanê re em amade ne, ku birîneke ji parçeyeke Kurdistanê hebe em giş pê diêşin û divê em bi hev re wê birînê bikewînin.

Piştî Kapalıgöz, Hevserokê Şaxa Batmanê yê HDPê İkram İrgi, got ku HDP bê şik û bê guman piştgira referandûma serxwebûnê ye û amada ye ku xizmeta wê bike. İrgi, panoramayeke bi giştî ya şert û mercên sîyasî raxiste ber çavan û got ku beriya referandûmê û piştî wê xetereyên gengaz ên li ser pêşeroja Kurdistanê divê li ber çavan bên girtin da ku pêşî li van xetereyan bêne girtin. Her wiha İrgi kirpand ku çi bibe bila bibe rê û rêbaz divê bi awayekî demokratîkî bin û weha domand bi zelalî em dibêjin bi xwe û bi hêza xwe em ê piştgir bin û referandûma serxwebûnê 50 milyon kurd elaqedar dike û piştgiriya me li ser me ferz e.

Hevdîtina Înîsiyatîf û Şaxa Batmanê ya HDPê bi erênî û bi dilgermî derbas bû.

Înîsîyatîfa Pişgirîya Referanduma Serxwebûnê ya Batmanê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button