Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şandên beşdar di Astana de li ser deverên aram lihevkirin

Yekîtî Media 4/5/2017

Aliyên beşdar li Astanayê rêkeftina pêkanîna deverên aram li Sûriyê îmza kirin.

Îro aliyên beşdar li Astanayê biryara pêkanîna tîmeke kar dan ji bo avakirina navçeyên aram li Sûriyê di 5 rojan de. Herweha biryar hat standin, aliyên ku gerantiya agirbestê dikin (Rûsya, Tirkiyê, Îran) rêkarên pêwîst bigirin ber ji bo temamkirina nexşeya navçeyên milimlaniyê û navçeyên aram heta roja 22 Gulanê.

Herweha li gor wê  rêkeftinê, pêwîst e aliyên ku garantiya agirbestê kirine, alîkariya opozîsyon û hikumetê bikin di şerê li dijî DAIŞê û Eniya El-Nusra û komên terorîst de.

Rûsyayê destpêşxeriyeke bo avakirina 4 deverên aram li Sûriyê di civînên Astanayê de pêşkêşî şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê kiribû.

Li gor plana Rûsyayê, ew deverên aram li Idlib û gundewarê Helebê, Bakurê Himsê, Xota Rojhilat li Şam û Der’a û Sûriyê de ne, ku tundûtûjî û şer neyên gurkirin û çekên giran jî neyên bikaranîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button