Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şandeke YNKê serdana Îranê dike

Yekîtî Media 15/7/2017

Biryar e sibe 16 Tîrmehê, şandeke bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Tehranê paytexta Îranê bike.

Li gor zanyariyan, şanda YNKê ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl, Berpirasê Karîger ê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar û endamê Polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî pêk tê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax nûçeya serdana şanda YNKê bo Tehranê piştrast kir û got: “Biryar e sibe piştî nîvro, şanda YNKê bigihe Tehranê û bi baweriya min civîna wê şandê ligel berpirsên Tehranê zêdetir guftûgo li ser rewşa Herêma Kurdistanê û navçê dibe. Herwiha başkirina pêwendiyan, bi taybet di vê rewşê de.”

Nazim Debax got jî: “Hatina şanda YNKê bo Tehranê, li ser banghêşta fermî ya Îranê ye, lê heta niha bernameya kar û hevdîtinan a wê şandê ligel berpirsên Îranê nehatiye diyarkirin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button