Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Tirkiyê

Rêbaz Mihemed, Aştî Hewramî, Qubad Talebanî

Hewlêr- Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê wê serdana Tirkiyê bike û hisabên bankê yên dahata petrola Kurdistanê ji wir bîne Herêma Kurdistanê.

Wezîrê darayî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryare îşev ligel cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî serdana Tirkiyê bikin.

Derbarê armanca serdana wan de, Mihemed got ku ewê wan hisabên bankî yên dahata petrola Herêma Kurdistanê ya ku di rêya Tirkiyê re hatiye firotin, bînin Herêma Kurdistanê.

Li gor rêkeftina ku ligel Tirkiyê hatiye kirin derbarê dahata petrola Herêma Kurdistanê ya ku tê firotin de, pere wê di bankê de bin û ji bo ku bînin Kurdistanê divê îmzeya çar kesan hebe ku ew jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, cîgirê serokwezîr, wezîrê samanên siruştî û wezîrê darayî.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button