Break newsNûçeslide

Şandeke ENKSê bi serokatiya Ibrahîm Biro çû Misrê

Yekîtî Media 2/5/2017

Şandeke ENKS li ser vexwendina Serokê Şepêla Siberoj a Sûriyê çûn Mesrê.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro ji K24 re ragihand, ENKS ji aliyê Serokê Şepêla Sibaroja Sûriyê Ehmed El-Cerbe ve ji bo civîneke taybet bi rewşa Sûriyê hatiye vexwandin û niha ew şanda ENKSê li Qahîre paytexa Misrê ye.

Herwiha Biro da zanîn ku dê gelek aliyên siyasî û leşkerî dê beşdarî wê civînê bibin û dê bi giştî pirsa krîza Sûriyê di wê civînê de were gotûbêjkirin.

Li gor zanyariyan PYDê jî ji heman aliyê ve hatiye vexwandin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button