Break newsRaportslide

Şandek ji partiya Yekîtî serdana baregeha Xwecehiya Girkêlegê ya ENKSê kir

Yekîtî Media 19/1/2017

Şandek ji rêxistinên partiya Yekîtî ya Kurd li Dêrikê û Girkêlegê û Aliya , doh çarşemê 18ê çile, serdana baregeha encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Girkêlegê kir.

Ew serdan tê jibo piştgiriya xwecehiya Girkêlegê piştî ku roja sêşema borî 17ê çile tûşî karekî terorî hat , û di encamê de ziyanên abûrî di hundirê bargehê de çêbûn.

Di serdanê de endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd Hesen Cib gotinek bi navê partiyê got, û têde piştgiriya partiya Yekîtî jibo xwecehiya ENKSê ya Girkêlegê daxuyakirin lidijî van karê çewt , û tekezkir ku ew her berdewam in di xebata xwe de jibo biserketina projeyê netewî yê kurdî li Herêma Kurdistana Sûriyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button