Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şanda Rikberiyê beşdariya xwe di civîna Astanayê de rawestand

Yekîtî Media 3/5/2017

Rikberiya çekdar a Sûriyê, bi egera berdewamiya bordûmanên rêjîma Sûriyê bi ser deverên di bin kontrola rikberiyê de, beşdariya xwe di civînên Astana de rawestand.

Berdevkê rikberiya siyasî Ehmed Remedan ragihand ku “heta ku rêjîm rêkeftina agirbestê pêkneyîne û bordûmanên xwe bidawî neyne, rikberî beşdariyê di civînên Astana de nake”.

Ji derveyî rikberî û hikumetê, sê welat jî garanteya agirbestê li Sûriyê dikin û beşdarê civînên Astana ne, ew welat: Tirkiyê, Rûsya û Îran in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button