Break newsNûçeslide

Şanda Kurdistanê ligel Serokomar û Serokê Parlamentoyê Iraqê civiya

Yekîtî Media 5/4/2017

Endamê şanda Kurdistanê li Bexdayê Fazil Mîranî ragihand, ku wan ligel Serokê Parlamentoya Iraqê liser mijara refernadûmê axivî ne.

Piştî civîna ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, şanda hevbeş a YNK û PDKê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî civiyan.

Piştî civînê Mîranî û Cibûrî bersiv dane pirsên rojnamevanan.

Derbarê naveroka hevdîtinê de Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî got; “Me ligel Serokê Parlamentoyê behsa encamdana referandûma Başûrê Kurdistanê kiriye, ku eve mafekî neteweyî yê gelê kurd e.”

Hevdem Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî ragihand; “Me ligel şanda Herêma Kurdistanê behsa çareserkirina pirsgirêkan kiriye. Me daxwaz kiriye, ku pirsgirêk bi diyalog werin çareserkirin.”

Cibûrî herwiha got; “Pêwîstiya welatê me, bi yekhelwestiya me hemûyan heye.”

Hêjayê gotinê ye, ku şandekî hevpar ê Polîtbûroya YNKê û PDKê ligel Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button