Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şanda Herêma Kurdistanê ligel Erdogan civiya

Kurdistanê bi serpereştiya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Taleabnî îro pêncşemê li Enqerê ligel serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan civiya.

Li gorî beyannameya hikûmeta Herêma Kurdistanê ku PUKmedi wêneyek jê wergirt, di hevdîtinê de pêşketinên dawî li navçeyê bi giştî, şerê li dijî terorê li Herêma Kurdistanê û Êraqê hate gotebêj kirin.

Her wiha rêkeftina dawî ya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal de, bi hêz kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, di warên aborî, bazirganiyê û enerjiyê de yek ji mijarên hevdîtinê bûn li Enqerê.

Di hevdîtinê de her wiha pêngavên prosa aştiyê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hatine nirxandin, şandina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve tekez li ser giringiya prosa aştiyê û çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê kir û da xuya kirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve ji bo prosa aştiyê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bi serkeve amade ye her cure alîkarî û piştgirî bide.

PUKmedia / Enqere

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button