Break newsNûçeslide

Şanda ENKSê ligel cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Bogdanov civiya

Yekîtî Media 8/9/2017

Doh, 7 êlûnê, li Moskoyê şanda ENKSê ligel cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxayêl Bogdanov civiya, û bi amadebûna rêveberê înstuta rojhilatnasiyê Vîtalî Naomkîn.

Di civînê de rewşa Sûriyê bigiştî hate gengeşekirin, herweha giringiya çareseriyeke aştiyane ji kirîza Sûriyê re bê dîtin li gor biryara encûmena asayişa navnetewî 2254.

Herweha kongirê Riyazê yê çaverêye bê girêdan hat gengeşekirin, û şanda ENKSê tekezî li ser giringiya beşdarbûna ENKSê wek şandek serbixwe di kongir de kir.

Şanda ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endametiya her yek ji endamên Komîta Pêwendiyên Derve Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno û endamê ENKSê di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Fûad Elîko pêkhatibû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button