Break newsNûçeslide

Şanda ENKSê li Waşintonê hevdîtinên xwe ligel berpirsên Amerîkî berdewam dike

Yekîtî Media 4/3/2017

Şanda ENKSê li Waşitonê bi serokatiya Ibrahîm Biro hevdîtinên xwe ligel berpirsên Amerîkî berdewam dike.

Roja 2 ê adarê, şanda ENKSê ligel Davîd Kênzler ji komîta pêwendiyên derve ya mecilsa Rîsipiyan re civiya, dûvre ligel Maykil Ratnî alîkarê cîgirê wezîrê derve re li avahiya wezaretê civiya.

Şanda ENKSê beşdarî maseya girover jî bû ya ku ji bal wezareta derve hate organîzekirin, herweha beşdarî maseya girover ya peymangeha wîlayetên yekbûyî jibo aştiyê bû.

Roja 3 ê adarê şanda ENKSê beşdarî hevdîtinekê ligel pisporên siyaseta Sûriyê bû ku ji rex mecilsa Atlantîk hatibû organîzekirin.

Herweha şanda ENKSê ligel Brêt Makork şanderê serokê Amerîkayê jibo şerê Daişê civiya li avahiya wezareta derve ya Amerîkî.

Dûvre şanda ENKSê beşdarî maseya girover bû ya ku ji rex navenda Baybartîzan hat organîzekirin û bi amadebûna hin pisporên guhdarên rewşa Sûrî û ya Kurdî.

Di van hevdîtinan de, şanda ENKSê behsa rewşa siyasî ya Sûriyê bigiştî û rewşa herêmên kurdî kir , herweha mijara fedralîzmê jî gotûbêjkir, û vegera pêşmergeyên Roj bo xaka Kurdistana Sûriyê.

3 4 5 6 7

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button