Break newsNûçeslide

Şanda ENKS bi Komîta Pêwendiyên Derve ya Parlementoya Ferensî re civîya

Yekîtî Media 27/4/2016

Îro çarşemê 27ê Nîsanê li Parîsê paytexta Ferensa, şanda Encûmena Niştimanî Ya Kurd li Sûriya (ENKS) , bi serokatiya serokê ENKS Ibrahîm Biro û berpirsê nivîsgeha pêwendiyên niştimanî û yên derve Kamîran Haco, bi komîta pêwendiyên derve ya parlementoya Ferensî re bi serokatiya Îlîzabêt Gîgo re civîya, û bi amadebûna nûnerê komîta Berevaniyê ,û 23 parlemanterên Ferensî.

Şanda ENKS rewşa Sûrî bi giştî şirove kir , û bi taybet rewşa Kurdistana Sûriyê, û pêşveçûnên dawî, û danûstandinên Cinêvê, û tekezî li ser aloziya rewşa abûrî û ewlehî li navçeyên kurdî kir, herweha axaftin li ser giringiya vegera hêza Pêşmergeyên Kurdistana Sûriya bo xaka welêt bû, da ku bi erkê xwe rabe di parastina xaka Kurdistana Sûriya de, û rûbirûbûna rêxistian Daiş ya tîrorêst.

Û piştî vê şirovekirinê, perlemanterên amade hin pirs derbarî mijarên hatin gengeşekirin arastî şanda ENKS kirin.

Di dawiya komcivînê de, rêveberê wê kêfa xwe diyarkir bi hatina şanda ENKS ,û bi zanyariyên ku pêşkêşkir, û tekezkir ku ewê pêwendiyan li gel wezareta derve bikin, da ku piştgirî û alaîkariya ENKS bikin, wek hêzek dîmoqrat û orte di Rikberiya Sûrî de, û dît ku berdewambûna ENKS di danûstandinên Cinêvê de tiştê herî giringe di vê qonaxê de, herweha parçebûna yekrêziya kurdî cihê mixabiniyê dît.

Ji aliyê xwe ve, nûnerê komîta Berevaniyê tekezkir li ser giringiya mijarê pêşmergeyên Kurdistana Sûriya ,û danîna pêwendiyan bi wezareta berevaniyê ya Ferensî re, û girêdana civînekê bi wezartê re bo vî mijarî.

27/04/2016

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button