Break newsNûçeslide

Salih Mislim dibêje: em tu caran ji bo herêmeke serbixwe li Sûriyê kar nakin

Yekîtî Media 7/8/2017

Hevserokê PYD Salih Mislim ji ajansa nûçeyan ya almanî DPA re ragihand ku ew tu caran ji bo herêmeke serbixwe li Sûriyê kar nakin.

Salih Mislim got ew ji bo avakirina Sûriyayeke demokratîk û ferderalî xebatê dikin.

Salih Mislim her wiha diyar kir ku xebata wan ne ji bo avakirina Kurdistana Sûriye.

Li ser man yan jî nemana hêzên Emerîkî li rojavayê Kurdistanê hevserokê PYD got, Emerîka bi awayekî demkî navendên li rojavayê Kurdistanê ava kirine, û pispor û şêwirmendên Amerîka jî niha ji bo birêvebirina şer li herêmê ne, û Emerîka piştî tunekirina Daişê tu soz nedane wan.

Mislim her wiha eşkere kir ku li dawiyê wê Emerîka û Tirkiyê ji bo berjewendiyên du alî wê li hev bikin, lê got wan jî tedbîrên xwe girtine û projeya wan jî avakirina Suriyeke federal e.

Herwiha got ku tu rêkeftinên siyasî di navbera wan û Emerîka de tune ne, tenê ji bo şerê li dijî Daişê hêzên hevpeyman alîkariya HSD dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button