Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şah 3 rayedar ji kar avêtin

Navenda Nûçeyan – Şahê Erebistana Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz piştî bûyera li Mînayê, Serokê Şaredariya Mekeyê, Wezîrrê Hecê û Rêveberê Ewlekariya Mekeyê ji kar avêtin.

24ê Îlonê li bajarê Meke yê Erebistanê, bi milyonan hecî tevlî merasima recma şeytan bûn lê ji ber qerebalixiyê, 753 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 887 hecî jî birîndar bibûn.

 Hat ragihandin Şahê Erebistana Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz piştî wê bûyerê Serokê Şaredariya Mekeyê, Wezîrrê Hecê û Rêveberê Ewlekariya Mekeyê ji kar avêtin.

Ji aliyê din ve li Mînayê di qerebalixiya di sala 2006an de jî  362 heciyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button