Break newsslide

Rûsya ligel opozisyona Sûriyê li Enqerê dicive

Yekîtî Media 1/12/2016

Rojnameyeke Brîtanî aşkere kiriye ku, Rûsyê û serkirdeyên opozîsyona Sûriyê bi navbênkariya Tirkiyê û bê amadebûna Waşintonê  gotûbêjan li Enqerê dikin.

Li gor rojnameya “Finanşal Times” ya Brîtanî, ku li ser hin berpirsên opozîsyona Sûriyê veguhestiye, hejmareke mezin ji berpirsên opozîsyonê digel Moskoyê bi navbênkariya Tirkiyê gotûbêjan dikin, bê amadebûna Waşintonê û dibe ku hayê Waşintonê jî ji wan civînan nebe.

Lê li gor wê rojnameyê, gotûbêjên di navbera Rûsya û opozîsyonê de hîn bê encam in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button