Break newsNûçeslide

Rûsiya Stratîjîka Terora Dewletê Pêrew Dike Ji Bo Bercewendiya Desthilatek Zordest

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê êrîşên hovane li ser gundewarê bakurê Helebê şermezar kirin; hevdem berpirsyaretiya kuştina sivîlên bêguneh êxist di stûyê civaka navdewletî û ya Mosko û ya dostên gelê Sûriyê de. 
Hevbendiyê îro di daxuyaniyekê de tekez kir ku ku siyaseta qada şewitî wê nebe fişara sertewandina xelkê Sûriyê, lê berovajî, wê bibe fakterek mezin ku berdewam be di şoreşa xwe de heta pêkanîna armancên şoreşê, herwiha ku ev siyaset wê bibe sedema zêdebûna aloziyê û belavbûna terorê ya ku Misko wê gur dike bi armanckirina sivîlan û piştguhxistina lêdana DAÎŞê.
Hevbendiyê got ku ” Tişta niha li gundewarê bakurê Helebê dibe ji tawanên cengê yên dijmirov û koçbarkirina bikomel bi rêka encamdana êrîşên hovane yên rêjîma Esed û hevalbendên wê ji Rûs û Îraniyan û mîlîşên bêgane, bi awayekî eşkera sirûşta destêwerdana Rûsiya di Sûriyê de dide xuyakirin, ew destêwerdan bi armanca kuştin û koçberkirina sivîlan û dubarekirina bihêzkirina şiyanên Esed e, û bikaranîna piroseya siyasî ji bo veşartina tawankariyên wî, ku gelek nîşanên pirsê tên rojevê derbarê vê bêdengiya civaka navdewletî û dostên gelê Sûriyê li ser van tawanan”. 
Hevbendiya Niştimanî daxwaza lidarxistina civînek awarte ji encûmena ewlekariyê kir ji bona şermezarkirina dijminkariya Rûsiya û ji bona standina pêgav û rêşûnên pêwîst bo rawestandina tawanên berdewam yên li dijî xelkê Sûriyê, ligor biryara 2254 ya encûmena ewlekariya navdewletî û bi taybetî bicihkirina herdû birgên wê 12 û 13, da rê xweş bike bona veguhestina siyasî ya ku biryar li ser hatiye dan di daxuyaniya Jinêv 1 de. 
herwiha Hevbendiyê bal kişand ku ew pêşbînî dikin ku hikumrta Tirkiyê di zûtirîn dem de sînorê xwe veke bo pêşwazîkirina penaberan yên direvin ji ber tawankariyên Mosko û rêjîmê, hevdem em hişyariyê didin li ser çêbûna qeyraneke mirovî ya nû di rojên bê de ji ber koçbarkirina bi hezaran ji ber berdewamiya bobebarankirinê, ku 400 hezar sivîlên din di bin gefan de ne. 
Hevbendiyê tekez kir ku ” Diyar e ku Rûsiya stratîjîyeka terora dewletê pêrew dike di qazinca desthilata zordest de, ku hîç guhertinek nayê çaverêkirin ji aliyê wê de, lewra berdewmiya kuştinê li ser biryara aliyên din ên civaka navdewletî dimîne, ku helawîstina piroseya siyasî dişopîne ya ku zehmet e destpê bike di bin siha van tawanên rojane de. 
şoreşa Sûriyê bi tena xwe destpê kir bê ku muhletê ji kesî wergire û wê berdewam bimîne li ser vîn û baweriya xelkê xwe û rewatiya mafên xwe û li ser qehremanî û xweragiriya şoreşgerên xwe li hember hêzên şerxwaz” .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button