Break newsNûçeslide

Rûsiya Karwanên Hawarhatinê Bombebaran Dike Û Sivîlên Sûriyê Armanc Dike

Firokên dagîrkariya Rûsiya êrîşên xwe pir kirin li ser heryek ji gundewarên Heleb û Idlibê û Laziqiyê, û li ser sayloyên genim li parêzgeha Reqayê, herwiha bajarokê Nibiş û karwanên hawarhatinê li bajarokê Sermeda li gundewarê Idlibê hatin aramanckirin, ku têde hejmarek mezin ji awareyan dijîn, û bajarê Ezaz jî li gundewarê Helebê rastî êrîşan hat.
Herwiha firokên dagîrkariyê hin şûngehên zindî bombebaran kirin wek êzgeha paqijkirina ava “Elbabîrî” li nêzîk bajarokê Meskena, û bazargeheke gelêrî li gundê O’êcil li gundewarê Helebê û rawestgeheke veguhestina siwaran li gundê Eldana li Idlibê, hevdem ku êrîşên firokên Rûsiya bi tundî li ser herdu çiyayên Kurd û Tirkumenan didomîne, ku xalên artêşa azad û wargehên sivîlan tên armanckirin bi piştgiriya topxane û mûşekên hêzên Esed.
Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihiya Mektebî dubare-bombebarankirina karwanên hawarhatin ji aliyên Firokên Dagîrkariya Rûsiya dît wek “karekî terorîstî yê berovajî digel cihê Rûsiya wek endamekî herdemî yê Encûmena Asayîşê”.
Mektebî got ku ev riftara Rûsiya ku dijminkariyeke kirêt û xuya ye û bitenê sivîl û xelkê bêguneh û tîmên hawarhatinê armanc dike, tevlî armanckirina artêşa azad da derfetê li pêş pêşketina bejayî li pêş rêxistina DAÎŞê veke li navçeyên rizgarkirî ku ev yek piropagendeyên wê bi dijberiya terorê derew derdixe.
Li aliyek din endamê Hevbendiya Niştimanî Hewas Xelîl bal kişand ku kesê şopandin û dûvçûna riftara destdirêjiya Rûsî her ji destpêka wê dike, têdigehêje ku Rûsiya destekî dijimkarî yê rêjîma Esed e, û hewla serkutkirina Şoreşa Miletê Sûriyê dide, ya ku heryek ji rêjîma Esed û Îran û dûvikên wan ji mîlîşiyên tayifergerî nikarîbûn wê serkut bikin.
Herwiha Xelîl daxwaza pirotistokirina kiryarên Rûsiya ji Encûmena Asayîşa Navdewletî kir, û xistina guvaş û fişaran li ser wê bo rawestandina destdirêjiya wê li ser jin û zarokan, û li vê dawiyê li ser karwanên hawarhatinê ku barên wan şîrê zarokan û derman û keresteyên xwarinê bûn ji xelkê dorpêçkirî re.Jêder: Hevbendî  

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button