Break newsNûçeslide

Riya Qudsê Li Peyayên Zordariyê Heram e

Berdevkê Fermî bi navê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim El – Mislit got , riya Qudsê li peyayên zordariyê heram e, û tu destpêk ji tu serkeftinê re tune ye eger ne ji paytextên ji zilm û diktatoriyê rizgarkirî destpê bike, wek destnîşanekê bo gotara serkirdeyê milişiyên Hizbilah a tirorist Hesen Nesrella, û gotina wî ku dibêje riya Qudsê di Zebedanê re derbas dibe.
El – Mislit berdewam kir:” eger tu kuştina mirov û binpêkirina pîroziya wî ji xwe re bikî kar, bê guman ew jirêçûna herî dijware”. û destnîşan kir”  Kesên ku beşdar bin di rijandina xwîna sivîlên doza azadî û rûmetê dikin, riya Qudsê nabînin, eger li ser jî sekinîbin ”.
El – Mislit pirs kir gello tu kes maye li gotinên Hesen Nesrella û gotarên wî guhdar dike, gello tu kes maye bangkirina wî a berxwedanê bawer dike.. û berdewam  kir ku bêtir ji çar salan ji şoreşa Sûrî regezperestiya Hesen Nesrella a yekser bo rejîma Iranî, û xistina berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên niştimanî yên Sûrî û Libnan diyar kir.
El – Mislit tekez kir ku Nesrella bi partiya xwe ya tirorist bû hevparê yekser ji tawanên ku derheqê milletê Sûrî dibin.
Herweha tekez kir ku şoreşgerên Zebedanê, Der`a û hemû bajarên Sûrî wê rêbendek asê li pêş milişiyên Hizbilla tirorist û pasvanên şoreşger ên Iranî bin.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button