Break newsNûçeslide

Rikberiya Sûrî: koçkirina xelkê Zebedanî û Medaya guhertina demografî bi darê zorê ye

Yekîtî Media 2/4/2017

Hat ragihandin ku amadekariya rêkeftinekê tê kirin, li gor wê rêkeftinê dê xelkê Zebedanî û Medayayê ji bajarokên xwe bên derxistin û li cihê wan xelkê herdû bajarokên Şî’î Kefreya û Foa bên bicihkirin.

Li ser vê rêkeftinê, Desteya Bilind a Danûstandinan ya rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ev rêkeftina li çar bajarokên Sûriyê ya parêzgeha Şamê bi “Tawan” binavkir  û daxwaza rawestandina vê tawanê kir.

Rikberiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, ev biryar guhertina demografî û koçkirina bi darê zorê ye, Îran û Hizbulaha Libnanî li gor berjewendiyên xwe û li ser bingeheke ta’ifî proseyên koçkirina bi zorê li welêt dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button