Break newsNûçeslide

Rêxistina Daişê êrîşî Dêrazorê kir û bi dehan kuştî ketin

Yekîtî Media 15/1/2017

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, DAIŞê êrîşeke berferah li bajarê Dêrezorê pêk anî, ku 6 teqînên bihêz li nava bajêr rû dan, herwiha şer û pevçûnên tund li nêzîkî firokxaneya leşkerî ya Dêrezorê û derdora Lîwaya 137an ya rêjîma Sûriyê derketin.

Ji aliyê xwe ve, firokeyên rêjîmê bi tundî çekdar û baregehên DAIŞê bombebaran kirin, da ku êrîşa DAIŞê têk bişkîne.

di encama êrîşa DAIŞê de hejmareke mezin kuştî û birîndar hene, lê ti hejmareke zelal nehatiye ragihandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button