Break newsNûçeslide

Rewşa girtiyên siyasî yên ENKSê di zindana Elaya de pir xirab e

Yekîtî Media 1/2/2017

Malbatên girtiyên siyasî yên ENKSê di zindana Elaya de li bajarê Qamişlo, roja duşema borî , serdana girtiyên xwe yê ku ji rex asayişa PYDê ve hatine binçavkirin kirin.

Derbarî rewşa girtiyan malbatên wan ji Yekîtî Media re ragihandin, ku rewşa wan pir xerabe û jorên wan sar in lewra en naçar dibin ku di nav lihêfan de bimînin jibo ku xwe ji sermayê biparêzin, herweha rewşa tenduristî ya Xiyas Selah Eddîn Ismaîl pir xerab ketiye.

Tê zanîn ku 5 girtiyên siyasî yên ENKSê hîn di zindanên PYD de binçavkirî ne, ji roja 16 meha tebaxa 2016 an de, bêyî ku ti tomet bo wan bê arastkirin û bêyî ku bên dadgehkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button