Break newsNûçeslide

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan: ji 22 Nîsanê ve, li Helebê 250 kes hatine kuştin

Yekîtî Media 30/4/2016

Ji 22 Nîsanê ve, li Helebê di encama bomberana rêjîma Sûriyê de, dora 250 kesên sivîl jiyan xwe jidest dane. Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê dibêje, ev gava rêjîmê bo wê yekê ye ku qonaxa siyasî têk biçe. Serokê tîma Hawarçûnê ya NY jî dibêje, jiyana milyonan kesên sivîl li Helebê di metirsiyê de ye.

Ji hefteyekê de, dîmenên mirin, xwîn û wêrankirinê li Helebê ji encama bombebarankirina rêjîma Sûriyê ji taxên Helebê re yên di bin destê opozîsyona Sûriyê de kêm nebûne. Ku tenê  roja Înê 37 sivîl jiyana xwe ji dest dan û bêhtir ji 200 kesê din jî birîndar bûn, ku piraniya wan jî sivîlan bûn.

Herwiha bo yekem car jî, di dîrokê de fetweyek derket ku nimêja Înê li Helebê nehat kirin.

Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes El-Ebde ragihand ku, armanc ji girtina Heleb û bajarên din ji aliyê rêjîmê ve, ew e têkbirina cibicîkirina qonaxa veguhêz ya siyasî li Sûriyê ye.

Wek hemû carên din Netewên Yekbûyî, tenê nîgeraniya xwe derbirî, ku Serokê Opersyonên Hawarçûnê di NY de Jan Egeland ragihand ku, li Helebê rewşeke gelek metirsîdar heye, ku jiyana hejmareke zor ji tîmên hawarçûnê hatine kuştin û jiyana bi milyonan ji sivîlan di metirsiyê de ye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku ji 22 Nîsanê ve, li Helebê 250 kesî jiyana xwe jidest dane.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button