Break newsNûçeslide

Rewangeha Sûrî : derketina çekdarên opozisyonê ji Helebê hate lipaşxistin

Yekîtî Media 14/12/2016

Biryar bû berbanga îro çekdarên opozîsyona Sûriyê ji taxên rojhelatê Helebê li gor rêkeftinekê werin derxistin, lê çekdarên Îranê derketina wan asteng kirin, lewma bo sibe hate lipaşxistin.

Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, çekdarên Îranê rê li ber derketina opozîsyona Sûriyê ji taxên rojhelatê Helebê girtin bo vê yekê jî derketina wan hate lipaşxistin.

Rewangehê da zanîn ku, biryare 650 çekdarên opozîsyona Sûriyê di nav de jî çekdarên Cebhet Fetih El-Şam ku, berî niha bi Cebhet El-Nûsra dihat naskirin hene.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button