Break newsNûçeslide

Rêveberiya PYD rêya yasayî da erebên Mexmûrî ku beşdarî hilbijartinan bibin

Yekîtî Media 30/7/2017

Rêveberiya Xweser ya ser bi PYD ve rêya yasayî da erebên Mexmûrî ku beşdarî hilbijartinên Komîn û gundan bibin.

Encûmena Damezirêner a Federalîzama bakurê Sûriyê ku ji rex PYD ve hatiye ragihandin yasaya hilbijartinan pesend kir.

Di yasayê de madeyeke taybet bi Erebên Mixmûrî heye.

Di wê madeyê de hatiye ku ew kesên ku bi biryareke siyasî ji deverên din hatine herêmên Federalîzma Demokratîk a bakurê Sûriyê, ji mafê wane ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Vê Yasaya Encûmena Damezirêner a Federalîzama bakurê Sûriyê derbarê Erebên mexmûrî de karvedanên tund ji aliyê çalakvanên Kurd ve li ser torên medyaya civakî anîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button