Break newsNûçeslide

Rêveberiya PYD petrolê dişîne ji Rêjîmê re û nirxê sotemeniyê di bilinbûnê de ye

Yekîtî Media 4/1/2017

Nirxên sotemeniyê li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê ( Herêma Cizîrê) di bilindbûnê de ye, bi taybet Mazot ku madeya serekî ye jibo germkirina malan, nirxê yek litrî ji mazotê gihştiye 100 lîre Sûrî.

Xwediyê misfateke petrolê ji Yekîtî Media re diyarkir, ku buhabûna nirxê sotemeniyê tê piştî ku rêveberiya PYD petrola xam ya cizîrê dişîne herdû misfatên Hums û Banyas ku ew herdû di bin kontrola Rêjîma Sûrî de ne, herweha mazot tê hinartin bo bajarên Minbicê û Helebê ku bi nirxekî bilind tê firotin dighêje 200 lîre sûrî ji her litrekî re, lewra tebaba mazotê li cizîrê kêm bû û nirxê her litrekî gihişt 100 lîre sûrî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button