Break newsNûçeslide

Rêkeftina Etomî Derfetek Zêdetir Dide Iranê Bo Berdewamiyê Bide Tawanên Xwe li Sûriyê 

Cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwa got ku rêkeftina Etomî ya di navbera Iran û Amerîka de “delîveyê dide Ianê ku bêhtir berdawamiyê bide tawanên xwe li Sûriyê, ya hevpara rêjîma Esed e di oparisyonên leşkerî de, nemaze ku di rêkeftinê de hîç merc nehatine li ser rola herêmî ya Iranê, ku bibe hevparekî kartêker di pirosêsa aştiyê de”. 
Merwa got ku “di rêkeftinê de hîç amaje nehatiye kirin bi rola Iranê di piroseya Aştiyê de, ku ev yek derfetê dide Iranê bo bilindkirina asta piştgiriyên xwe bo rêjîma Esed û firehkirina berê xwe li herêmê di berjewndiya pirojeyê wê yê redkirî de”.
Merwa ji aliyê xwe ve hêvî xwest ku Rêkeftina Etomî bibe “derfetek bo Iranê da biselmîne ku ew dikare bi rolek erînî rabe, û hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û fişaran bêxe li ser Esed û rabe bi danustandinan û çareseriya siyasî li ser binyatê daxuyaniya Jinêv1”.
Herwiha Merwa hêviyên xwe anîn ziman û got ku “heger karbidestên Iranê biniyazin bibin endamin kartêker di Civaka Navdewletî de, pêwîste têbigihên ku gereke pabendî biryarên navdewletî bibin yên derbarê nedestêwerdana leşkerî di karubarên dewletên din de, herwiha pêwîste beşdar bin di çêkirina aştiyê de”. 
Merwa dazanîn ku “Iranê hîç behaneyek nemaye bo piştgiriya rêjîma Esed ji bona berjewendiyên stratîjîk yên netewî, û gavek ber bi pêş avêtiye û pêwîste piştî rêkeftina etomî ya digot ku ew piştgiriya Esed dike ji bona vê rêkeftinê, û piştî pêkanîna rêkeftinê, aye Iranê wê berdewamiyê bide piştgiriya Esed yanjî ewê hewl bide bi rolek erînî rabe?”.
Dîsa Merwa got ku “heta niha hîç asoyên geşbîniyê nînin ku Iran wê bi roleke erînî rabe, beruvajî vê çendê tişta dibe ku Esed û Iran hest dikin ku ew rêkeftin bibe fakterek bo bêhêzkirina cihê xwe di piroseya jinavbirina Şoreşê û serkutkirina Sûriyan”.
Merwa cext li ser wê yekê kir ku “tişta dibe di piştgiriya Esed de nabe rêgir li pêş gelê Sûriyê ji bona berdewamiya şoreşê û bidestxistina mafên xwe, li ser binyatê çareseriya siyasî, ligel berdewamiya xistina fişarê, nemaze ji aliyê balyozxaneyên hewl didin ku nehêlin ew sûdeyê ji ti derfetan wergire “.Jêder:Hevbendî +Elnehar

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button