Break newsNûçeslide

Rêjîma Sûriyê amade ye girtiyan bi Opozisyonê re pev biguhere

Yekîtî Media 13/2/2017

Jêderekî fermî ji hikûmeta Sûriyê ji ajansa “SANA” ya Sûrî re ragihand, hikûmeta Sûriyê amade ye operasyoneke bihevguhartina girtiyan bi grûpên opozîsyonê re bike.

Wî jêderî amaje bi wê yekê kir, ev amadehiya rêjîma Sûriyê bo bihevguhartina girtiyan bo wê yekê tê, ku jiyan û saxiya her welatiyekî Sûrî biparêze û di çarçova hewlên civîna Astanayê ya bo bihevguhartina girtiyan de.

Biryar e di 15 û 16 vê mehê de û di bin serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo gotûbêjkirina rewşa agirbesta li Sûriyê, şandên rêjîm û opozîsyonê careke din li Astanayê bicivin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button