Break newsNûçeslide

Rêjîma Sûrî cardî êrîşî Xan Şeyxûn kir

Yekîtî Media 8/4/2017

Rêveberiya Parastina Sivîlan a Xan Şeyxûn Mistefa Hac Yûsif daxuyaniyek da û ragihand, îro danê sibehê navçe dîsa bûye armanca bombeyan.

Yûsif diyar kir, di encama bombebaranê de jinekê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha Mistefa Hac Yûsif destnîşan kir, tîmên parastina sivîlan, birîndar veguhastine navendên tendirustiyê yên herî nêz.

Firokeyên Şer ên Rêjîma Sûriyê roja sêşemê bi çekên kîmyayî êrîşî navçeya Xan Şeyxûn kiribûn, Di vê êrîşê de nêzîkî 100 kesan jiyana xwe dest dabûn û derdora 500 kesî jî bi gazê bi jehrê ketibûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button