Break newsNûçeslide

Rêjîma Esed Alîkariyên Hawarhatinê Yên Ko Ji Netewên Yekbûyî Tên Didize Û Li Leşkerên Xwe Belav Dike

Endamê Desteya Siyasî û Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî yê berê Hadî Elbehra tekez kir ko Rêjîma Esed alîkariyên Hawarhatinê yên ko ji Netewên Yekbûyî tên, ji bo ew kesên ji ber bombebarandina Esed derbider bûne,  didize û li Leşkerên xwe û nandozên ji pişt sînoran hatine belav dike.
Malperên danûstandina Civakî û Hevrêzên Sûrî wêne belav kiribûn,di wan wêneyan de zembîlên xwarinê û alîkariyên Netewên Yekbûyî li Leşkergeha Mestûme ya rizgarkirî li Gundewarê Idlib hebûn, diruşma Netewên Yekbûyî û Heyva Sor li ser wan bû, di Depoyên Leşkergehê de hatin dîtin.
Ev berî leşkerên Rêjîmê birevin ji wan dixwarin, evê yekê jî dilsarî bi gelek Sûriyan re çê kir, çimkî baweriya bi Tîmên Navnetewî yên di hawarhatinê de kar dikin têk çû.
Elbehra doz li Netewên Yekbûyî kir ko digel şirîkên xwe vekolînê bikin, li gora evan pênasînên nû yên Şoreşgeran ew diyar kirin. Doz kir ko vekolînê di awayên belavkirina alîkariyan de bikin, û berpirsiyarên van şaşitiyan siza bikin.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button