Break newsNûçeslide

Rejîm Helebê dide ber bombeyan

Navenda Nûçeyan- Balafirên şer ên rejîma Sûriyê taxên helebê dide ber bombeyan. Herwiha şer di navbera artêşa Sûriyê û hêzên dijbereyê de jî li Xûta Rojhilat a girêdayî Şamê berdewam e.

Şer û pevçûnên giran di navbera artêşa Sûriyê ji aliyekî û hêzên dijbereyê û Bereya el-Nûsra ji aliyekî din li navçeya Zebedîn ya Xûta Rojhilat berdewam dike.

Ew şer û pevçûn di demekê de ne ku, hêzên dijbereya Sûriyê navendên leşkerî yên artêşê didan ber topan û di encamê de 3 serbazên artêşê hatin kuştin.

Şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de li navçeya Menaşir Birîc yê girêdayî Helebê berdewam e û bi bê ku zererên wê yên canî bên naskirin.

Ji aliyekî din ve, balafirên şer ên artêşa Sûriyê çend taxên bajarê Helebê didin ber bombeyan, bi taybetî jî li taxa Silêman el-Helebî dan û di encamê de gellek ziyanên canî û madî derketin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button