Break newsNûçeslide

Rayedarên Kurdistanê: karê ku Heşda Şeibî dike li dijî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ye

Yekîtî Media 31/5/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê Stefen Townsend û şanda pê re kir û bi hûrî derbarê pêşveçûnên di şerê rizgarkirina Mûsilê de guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de, Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê xweşhaliya xwe bi wê hevahengî û hevkariya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de ya ku di çarçova operasyona rizgarkirina Mûsilê de hatiye, anî ziman.

Di civînê de herwiha behsa wan kiryarên ku berovajî rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê, Amerîka û Iraqê tên kirin, hatiye kirin û her du aliyan nîgeriya xwe li hember wê yekê anîne ziman û ragihandine ku ew kiryar, metirsî ne li ser aramiya deverên rizgarkirî yên parêzgeha Neynewa û divê tedbîrên pêwîst li hember wan zêdegaviyan werin girtin.

Fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê diyar kiriye ku ew bi hûrî çavdêriya rewşê dikin.

Tê zanîn ev çend roj in Heşda Şeibî, li çend deverên parêzgeha Neynewa û li devera Şingalê pêşde diçe.

Rayedarên Kurdistanê dibêjin, ev karê ku Heşda Şeibî dike li dijî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button