Break newsRagehandinslide

Raporteke Amerîkî: Beşar El-Esed diçe jêrzemînê

Yekîtî Media 8/4/2017

Malpera “The Huffington Post” a Amerîkî raporteke belav kir, Serokê Sûriyê Beşar Esed têgihêşt ku piştî êrîşa Amerîka ya bi mûşekên Tomahok, jiyana wî kete metirsiyê, Di heman demê de jî li Ewropa bi buhaya milyonan ji dolaran, mal û samanên apê wî Rufet Esed tê desteserkirin.

Li gor wê raportê, ji destpêka kirîza Sûriyê ve, Esed di bin parastina Mosko, Tehran û Hizbulaha Libnanî de hest bi aramiyê dikir. Piştre lêdana Trump hat, ku ne tenê wek sizayekê bû, lê gefek ji Esed bixwe re bû, heger çi cure êrîşeke din ya kîmawî encam bide, dê buhayê wê yekê giran bide.

Raport dibêje, ev yek jî neçar dike ku Esed wek Osama Bin Ladin, Sedam Hisên, Ebû Bekir Bexdadî û her teroristekî din ku di lîsta kuştinê ya Amerîkayê de ye, xwe ji ber çavên “Heyvên destkird” yên Amerîka bide aliyekî û di jêrzemînan de bijî û heta telefona “Mobile” jî bikar neyîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button