Break newsNûçeslide

Qonaxa yekem ji rêkeftina 4 bajaran kete warê cîbicîkirinê

Yekîtî Media 17/4/2017

Xalên rêkeftina ku bi navê çar bajaran di navbera hin grûpên radîkal û mîlîşyatên Îranê de derbarê koçkirina nişteciyên hin bajarên li gundewarê Şamê paytexta Sûriyê û gundewarê Idlibê, kete warê cîbicîkirinê.

Qonaxa yekemîn dest pê kir û di heyama 2 mehan de pêwîst e qonaxa duyemîn jî bi dawî bibe .

Qonaxa yekemîn ji rêkeftina ku bi navê herçar bajaran hatiye naskirin kete warê cîbicîkirinê. Li gorî xalên rêkeftina navbûrî, 3 hezar û 800 çekdar li gel malbatên wan ji Zebedanê û Medaya dê ber bi gundewarê parêzgeha Idlibê ve herin, beramberî wan 8 hezar ji hejmara 16 hezaran ji weltiyên Foa û Kefriya dê li hin deverên ku rêjîmê amade kirine bi cî bibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button