Break newsNûçeslide

Qamişlo: Rêjîma Sûriyê jinên regez Ereb li ser çekan perwerde dikin

Yekîtî Media 28/1/2017

Hêzên leşkerî yên bi ser rêjîma Sûriyê ve li gundê Hamo yê girêdayî bajarê Qamişlo, xuleke rahênankirina jinan li ser bikaranîna çekan bi dawî kirin.

Jêderekî taybet ji Qamişlo ragihand, nêzîkî 150 jinên Ereb regez di xula bi navê “Xensayên Sûriyê” de li ser çekên sivik û hin alavên leşkerî hatin perwerde kirin.

Li gor hate ragihandin, ku mebest ji vê xulê ew e, xurtkirina rola jinê di warê leşkerî de û rûbirûbûna teror de .

Lê hin çalakvanan dan zanîn ku, armanca sereke ya Rêjîma Sûriyê ji vê xulê ew e, şandina nameyan ji berpirsên rêveberiya PYDê re, ku rêjîm dê hewil bide bi hêzeke xurt vegere deverê û cardî parêzgeha Hesekê kontrol bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button