Break newsRaportslide

Qamişlo: ENKSê mangirtin li dijî kiryarên PYD lidarxist

Yekîtî Media 24/8/2017

Li ser vexwendina ENKSê, doh li bajarê Qamişlo, bi dehan xelkê bajêr mangirtinek li pêşiya navenda Netewên Yekgirtî lidarxistin, ji bo şermezarkirina kiryarên PYD û binçavkirina siyasetmedar û rojnamevanan.

Di mangirtinê de, hejmarek mezin ji nûnerên partiyên ENKSê û rêxistinên ciwanan û yên jinê beşdarbûn, herweha kesayetiyên welatparêz yên serbixwe, beşdaran wêneyên girtiyan bilindkirin.

Di dema mangirtinê de, girupa ciwanên şoreşger ya girêdayî PYD meşek li kolana din derxistin û silogan li dijî ENKSê û herêma Kurdistanê û serok Barzanî bilindkirin, bi parastina hêza asayişê ya girêdayî PYDê.

Tê zanîn ku hîn gelek endam û serkirdeyên partiyên ENKSê hîn di zindanê PYDê de ne , ji wan nûçegihanê malpera Yekîtî Media Alan Selîm Ehmed ku ev zêdetirî salekê di zindanê de ye li tev ku dema ku lê hatibû birrîn bidawî hat.

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button